Komunîzm

Komunîzm, (ji peyva latînî communis "digel hev" tê girtin) îdeolojiyekê ko civakekî bêçîn, bo vê jî qedexe kirinê milk kirina şexsiyê navgînên hilberînê armanc dike ye. Yanê gorî komunîst sîstemê ew navgînên ko hilberînê pêk tînin divê ko bi tunî eyda cîvakê gîşkê bin. Karxane, çewlîg û hecetên ko hilberînê dikin eyda tu kesan nabin. Komunîzm teşeyeke sosyalîzmê ye. Ew bi hin teşeyan, bo mînak li Çîn û YKSS hatibû nerîtandin.
Felsefeya komunîzmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Felsefeya komunîzmê ji pê kapîtalîzmê ko xwe pala xwedaniya taybetî dike re, çînê karkeranê kontrolê dest xwe xine û xwedaniya taybetî ra kin û civakekê bêçîn pêk bînine û navgînên hilberînê bi her kesî re par ve kine. Gorî van teoriyan dewletê heta ko gel bixwe hîn dike ko kî hewceyî çi û çiqas dibe diyar bike û pê re jî civakê sîstemê were peresendîna komunîzma rast û li wê şunda xelk hewceyî dewletê jî nabe û gelê navbera xwe de kom bi kom xwe îdare bike.
Gorî hin teorîsyenên komunîzmê dewletên demokratîk de xelkê bixwe bixwaze ko sîstem were peresendîne komunîzmê û partiyên komunîstê bi hilbijartinê werine desthildariyê û pê re sîstemê were wergerandina komunîzmê. Lê hinên din jî bawer dikir ko di dewletên demokratîk de xelk naxwaze ko sîstem çerxa komunîzmê be û bo wê şêr an şoreş pêwist in.
Li dewletên ko komunîzm hatinî nerîtandin hilbijartin dibûn jî encax yên endama partiya komunîst dikarîn beşdara hilbijartinan bin.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di 1848an de, Karl Marx û Friedrich Engels Manîfestoya Komunîstî ko bingehên sîstema komunîzmê nîşan dide weşandibûn. Di wê pirtûkokê de, manîfestoya partiya komunîstî bû, wan rewşa komûnîzmê û peresendîne sîstemanê komunîzmê teswîr kiribûn. Gorî Marx heta ko sîstem çerxa komûnîzmê bûye, dewrekê deraziyê he be û pê re çînê karkeran ango proleterê werine kargeriyê.
Ew li Rûsyayê ji hêla Bolşevîkanê pêşengiyê Vladîmîr Lenîn û Lev Trotskî de di 1917an de hat pêkanîn û dewleta YKSS hat saz kirin. Ew cara pêşin bû ko komunîzm dihat ceribandin. Lê ew teoriya Marx û Engelsê ko hatina dewra bêdewlet pêknehat.


Ji pê Rûsyayê re di sedsala 20'an de li hin dewletên din komunîzm hat ceribandin. Di 1940an de li Çînê sîstem bi pêşengiya Mao Zedong hat çerxandin e komunîzmê. Di 1950an de jî li Kûbayê bi pêşengiyê Fidel Castro û Che sîstema komunîzmê hat pêkanîn.
Di 1991an de pê xirab bûna Dîwarê Berlînê re YKSS dest ji Komunîzmê ber da. Lê îroj Çîn, Koreya Bakur, Kûba, Vîetnam û Laosê sîstema komunîzmê dewam dikeye. Li hin dewletên din bi taybetî li Amerîkaya Latînî tevgerên Komunîstiyê hene.